Agirbesta Îsraîl-Hamasê: DYAyê dîrok da

10 August 2024 12:15 0 dîtin
Agirbesta Îsraîl-Hamasê: DYAyê dîrok da

PeyamaKurd — Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê de bi rêya telekonferansê rewşa dawî ya derbarê pêvajoya muhtemel a agirbesta li Xezzeyê nirxand.

Kirby diyar kir ku piştî daxuyaniya hevpar a DYA, Misir û Qeterê, alî ketin nava tevgerê û îradeya ku ji bo muzakereyan di demeke herî nêz de bicivin derketiye holê.

Di vê çarçovê de teqezî li ser wê yekê jî kir ku biryar e roja Pêncşemê 15ê Tebaxê her du alî li Dohaya paytexta Qeterê yan jî li Qahîreya paytexta Misrê bicivin.

Kirby da zanîn ku Îsraîl ragihandiye ku ew ê şandekê bişîne hevdîtinên muzakereyê û Qeterê jî soz daye ku "Hamas wê şandekê bişîne."

Kirby got, "Em hêvî dikin ku ev yek dê encamên pir bikêr derxe. Em naxwazin tiştekî ku dê planên ku dê van her du aliyan roja Pêncşemê li ser maseyê bîne cem hev têk bide." Herwiha diyar kir, wê Amerîka jî beşdarî civînê bibe û divê di zûtirîn demê de rêkeftina agirbestê pêk were.