"Hikûmeta Îsraîlê wê ji bo agirbesta bi Hamasê re bicive"

14 January 2025 08:59 0 dîtin
"Hikûmeta Îsraîlê wê ji bo agirbesta bi Hamasê re bicive"

PeyamaKurd – 'Hat ragihandin ku îhtimal heye ku kabîneya Îsraîlê îro bicive ji bo erêkirina agirbestê û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê.

Kanala televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze piştrast bike ku hikûmet ji ber dijberiya Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich li dijî peymanê nemîne.

Rayedarên Îsraîlî ji KANê re gotin: "Eger tişt zû bimeşin, îhtîmal e ku îro piştî nîvro heyeta wezîran bicive û paşê civîna hikûmetê bê kirin û peyman were erêkirin."

Televîzyona Kanala 12 ya Îsraîlê li ser zarê jêderên Îsraîlî ragihand ku li ser hûrgiliyên rêkeftina azadkirina girtiyan rêkeftin hatiye kirin û li benda bersiva dawî ya Hamasê ye.

Di raporê de herwiha hat îdiakirin ku piraniya endamên hikûmetê piştgirî didin peymanê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji partiya Netanyahu Likud 18, ji partiya Şas a ultra-ortodoks a Cihû 6, ji Yehûdîtiya Tewrat a Yekbûyî ya bi serokatiya Moşe Gafnî 2 û ji partiya Mafê Neteweyî 2 jî piştgirî dane peymanê.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji partiya Otzma Yehudit (Hêza Cihûyan) 3 wezîrên bi serokatiya Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir û ji partiya siyonîzma olî 3 wezîrên bi serokatiya rastgirên tundrê Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich jî li dijî peymanê derketin.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlî KAN ragihand ku serokwezîr Benjamin Netanyahu doh bi Smotrich re hevdîtin kir û hewl da ku wî razî bike ku piştgiriyê bide peymanê.

Medya Îsraîlî ragihand ku alî nêzîkî pesendkirina rêkeftinekê li ser agirbestê û pevguhertina girtiyan li Şerîda Xezzeyê bûne.

Rayedarekî Îsraîlî got ku serbestberdana 33 rehîneyan di çarçoveya peymanê de hatiye gotûbêjkirin.