Îdiaya ku Îsraîlê projeya hikûmeta alternatîf a Hamasê pejirand
PeyamaKurd – Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku Desteya Wezîran a Şer di civîna xwe ya dawî de projeya avakirina hikûmeteke alternatîf a Hamasê ya ku Wezîrê Parastinê Yoav Galant destek dike pejirand.
Hat diyarkirin ku bi projeya pîlotê wê gelek taxên bakurê Xezzeyê bigre nav xwe, artêşa Îsraîlê wê li van herêman wezîfeyên parastinê bigire ser milê xwe û destûra hebûna rêveberiyeke herêmî bê dayîn.
Hat destnîşankirin ku di projeye da ji bo taxên bakurê Xezzeyê jî alîkarî û di rêvebirina wan da alîkariya rêvebirên herêmê tê kirin. Hamasê hê derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.
Beriya niha di çapemeniya Îsraîlê de gelek nûçe hatibûn belavkirin ku rêveberiya Tel Avîvê bi rêya sazî û aliyên navneteweyî plan dike ku li Xezzeyê ji Hamasê re hikûmeteke alternatîf ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin