Ji Almanyayê hisyarî bo Tirkiyeyê: Xwe ji çalakî û mîtingan dûr bixin!
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe yên diçin Tirkiyeyê û ragihand, “Ji ber derbirînê û çalakiyên li gorî hiqûqa Almanyayê di çarçoveya mafê azadiya ramanê de ne, dibe ku bibe sedema cezayan û ji ber wê yekê xwe ji çalakiyên siyasî û mîtîngan dûr bixin.”
Wezareta Karên Derve ya Alamanyayê li ser malpera xwe fermî çend hişyarî dane welatiyên xwe yên serdana Tirkiyeyê dikin û xwest ku bi taybetî di mijarên azadiya derbirînê, bikaranîna medyaya civakî û beşdariya çalakiyên siyasî de baldar bin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Girtina kêfî ya welatiyên Almanyayê, sepandina qedexeya derve li ser wan an jî rêgirtina li çûna wan a ji bo nav Tirkiyeyê hê jî ji wan rewşan in ku em rûbirû dibin. Yên ku berî niha bêyî pirsgirêk dikarîbûn çûnûhatina welat bikin dikarin ji ber tawanbarkirinên demên berê an jî tawaneke nû carek din bên girtin.”
Hatiye diyarkirin, “Di gelek lêpirsînan de ew aliyên wekî rêxistinên terorî tên dîtin, (wekî mînak PKK û Tevgera Gulen ku li Tirkiyeyê wekî rêxistina terorî tê qebûlkirin) propaganda, piştevanî û endamtiya wan li ser gumanê ye. Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê derbarê wan kesên li Almanyayê niştecih in de, lîsteyên berfireh digirin û ev kes bêyî ku lêpirsîneke berfireh a destpêkê bê kirin rastî tedbîrên hêzên ewlehiyê tên.”
Wezareta Derve ya Almanyayê daye xuyakirin, “Em pêşniyar dikin hûn xwe ji çalakiyên siyasî, mîtîng û qelebalixiyên mezin dûr bixin. Ew nerînên ku li Alamanyayê bi asayî tên gotin û çalakiyên tên kirin, wekî mîna îmzekirina daxwaznameyeke derbarê pirsa Kurd de, dikare wekî li dijî hikûmetê bê dîtin û ji ber vê yekê ceza bê dayîn. Heman rewş ji bo rexneyên ku li ser medyaya civakî li hikûmetê tên girtin jî wiha ye. Parvekirin an jî ecibandina tiştekî biyanî jî dikare bibe sedema vê yekê. Bi rêya îxbarên anonîm û şîroveyên taybet jî ev yek dikare ji hêzên ewlehiya Tirk re bê gotin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin