Operasyona bejahî ya muhtemel a Tirkiyeyê: Ji Almanyayê hisyarî!
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Baerbock derbarê operasyona bejayî ya li ser Rojava de hişyarî da Tirkiyê.
Wezîrê Alman Baerbock piştî civîna wezîrên karên derve yên NATOyê li Bukureşta Romaniyayê axivî û got, yekitiya hêzên li dijî terorê di stratejiya nû ya ewlehiyê ya hevpeymaniya transatlantîkê de cihekî gelek girîng digire û got, ev yek ji bo êrîşa terorîstî ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê jî derbas dibe.
Divê operasyonên bejahî bên sekinandin
Baerbock diyar kir, piştî vê bûyerê hemû endamên NATOyê bi Tirkiyeyê re di nav hevgirtinê de ne, ji aliyê din ve jî "armanca sereke ya parastina ji terorê parastina sivîlan e" û "divê hawirdoreke ku tê de kiryarên nû yên tundiyê pêş bikevin." neyê afirandin."
Derbarê rewşa Tirkiyê de jî wî got, "qanûna navneteweyî ji bo çalakiyên pêşîlêgirtina terorê jî derbasdar e, lewra min bi israr daxwaz kir ku operasyoneke bejayî ya muhtemel li Iraq û Sûriyê were sekinandin ku dikare spiralên tundûtûjiyê zêdetir bike."
Bersiva Çavuşoglu
Di derbarê daxuyaniyên Baerbock de, hevtayê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu jî diyar kir, Tirkiye hêviya piştevaniyê ji hevpeymanên xwe dike û got, "Terorîst wek qurbanî nayên nîşandan".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin