Yerlîkaya: Li 8 bajaran operasyona asmanî û bejahî li ser PKKê hate kirin
PeyamaKurd - Wêzîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê operasyona dijî stargeh û binkeyên PKKê hatiye encamdan.
Yerlîkaya li ser platforma medya civakî Xê eşkere kir, li gelek çiya û gundewarên bajarên Şirnex, Colemêrg, Qers, Wan, Çewlig, Dêrsim, Erzirom û Bedlîsê li dijî şikeft, stargeh û binkeyên PKKê yên bo amadekariya zivistanê dikin, operasyonên berfireh hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonên ku hêzên cenderme cî girtine de, helîkopter û balafirên bêmirov (SÎHA) hatine bikaranîn û di encamê de, gelek çek, cebilxane û xurekên bo zivistanê yên PKKê hatine îmhakirin û desteserkirin.
Yerlîkaya diyar kiriye ku ew dê operasyonên xwe yên dijî PKKê bênavber dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin