WSJ: Îsraîlê li ser daxwaza Pentagonê operasyona bejahî ya Xezeyê bi pas xist

25 October 2023 20:04 0 dîtin
WSJ: Îsraîlê li ser daxwaza Pentagonê operasyona bejahî ya Xezeyê bi pas xist

PeyamaKurd – Rojanameya Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîkî ragihand ku Îsraîlê li ser daxwaza Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ji bo bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî li Rojhilata Navîn, operasyona bejahî ya ser Xezeyê bi paş xistiye.

WSJê diyar kiriye ku Pentagonê bi sedema bicihkirina 12 sîstemên berevaniya asmanî li Rojhilata Navîn ku dê parastina Îsraîlê bikin, daxwaza paşxistina operasyona bejahî ji Îsraîlê kiriye.

Hate ragihandin ku Îsraîlê daxwaza Pentagonê qebûl kiriye û operasyona bejahî ya ser Xezeyê hatiye paşxistin.