Îsraîlê di operasyona bejahî ya ser Xezeyê de nasnameya 222 dîlan tespît kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê şeva borî operasyoneke bejahî li ser Xezeyê pêk aniye û di wê operasyonê de kariye nasnameyên 222 îsraîlîyên ji aliyê Hamasê ve hatine revandin tespît bike.
Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku ji bo tespîtkirin û tunekirna şaneyên komên çekdarên li Şerîda Xezeyê û wergirtina agahiyan derbarê dîlên îsraîlî de şeva borî operasyoneke bejahî hatiye kirin.
Hate ragihandin ku heta niha nasnameyên 222 dîlên di destê Hamasê de hatiye tespîtkirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari eşkere kir ku heta niha nasnameya 222 dîlên îsraîlî hatiye tespîtkirin û malbatên wan hatine agahdarkirin.
Herwiha Hagarî daye zanîn ku ew dê ji bo bi awayekî ewle kesên hatine revandin vegerînin, ew ê her cûre xebatên leşkerî, îstixbarî û siyasî bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin