Artêsa Îsraîlê: Her kes behsa operasyona bejahî dike, lê dibe ku…

17 October 2023 21:02 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Her kes behsa operasyona bejahî dike, lê dibe ku…

PeyamaKurd – Berdevkekî Artêşa Îsraîlê îro 17ê Cotmehê li ser egera operasyona bejahî ya ser Xezeyê ragihand ku ew ji bo qonaxa duyem a operasyonê amadekariyê dikin, berevajî pêşbîniyên operasyona bejahî, dibe ku tiştekî cuda pêk were.

Fermandarê Îsraîlî Richard Hecht ji rojnamevanan re da xuyakirin, "Em ji bo qonaxa dahatû ya şer amadekariyê dikin. Me hîn negotiye em ê çi bikin. Her kes behsa operasyona bejahî dike. Lê dibe ku tiştekî cuda çêbibe.”

Hêjayî gotinê ye, balafirên şer ên Îsraîlê piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ev 11 roj in Xezeyê bombebaran dikin û hikûmeta Îsraîlê jî dibêje, heta ew Hamasê tune nekin nasekinin.