Artêsa Îsraîlê li ser operasyona li dijî Hamasê daxuyanî da
PeyamaKurd – Arteşa Îsraîlê ragihand ku ji 7e Cotmeha 2023an vir ve li Şerîda Xezzeye operasyonên xwe yên li dijî Hamase yên di sala 2024an de didomînin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Sererkanê Sererkaniyê Herzî Halewî di serdana xwe ya li Şerîa Rojava ya dagirkirî de behsa êrîşên welatê xwe yên li ser Xezzeyê kir.
Halevî diyar kir ku sala 2024an wê bi dijwarî derbas bibe û got, "Em ê li Xezzeyê di nava şer de bin. Em ê tevahiya salê li Xezzeyê şer bikin, ev teqez e."
Halevî diyar kir ku artêşa ku ji vegerandina koçberên li bakurê Îsraîlê berpirsyar e, wê bi "zexta li ser Hîzbullahê" vî karî bi cih bîne, eger nebe wê şerekî din derkeve holê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin