Yoav Gallant: Artêsa Îsraîlê ji bo êrîsa li dijî Hizbullahê amade ye
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku amadekariyên êrîşa li dijî Hizbullahê li başûrê Lubnanê bi dawî bûne.
Gallant di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku artêş ji bo rûbirûbûna Hizbullahê ji her senaryoyekê re amade ye.
Yoav Gallant diyar kir ku erkê wan e ku rewşa li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê biguherînin û penaberên Îsraîlî vegerînin malên xwe û got, “Em li ser sînorê Lubnanê li eniya şer in û sîstema me ya îstixbaratê ji bo her bûyerekê bi temamî amade ye. Divê em ji bîr nekin ku Hizbullahê di 8ê Cotmehê de li dijî me êrîş kir û ji wê demê ve êrîşên xwe nesekinîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin