Yerlîkaya: Li 10 bajaran operasyona PKKê hate kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê, li çiya û gundewaran operasyon li ser cihên stargehên PKKê hatiye kirin.
Yerlîkaya li ser platforma Xê ragihand ku bi navê ‘Kahramanlar 35’ Diyarbekir, Mêrdîn, Dêrsim, Batman, Mereş, Şirnex û Çewlig jî di nav de li 10 bajaran operasyonên PKKê hatine kirin.
Alî Yerlîkaya diyar kiriye ku di encama wan operasyonan de, 58 şikef û stargehên PKKê hatine ruxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin