Alî Yerlîkaya: 'Nêrîneke tund heye ku PKKê kiriye'
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê êrîşa li dijî TUSAŞê de wiha got: "Li cem me nêrîneke tund heye ku êrîşa terorê ji aliyê PKKê ve hatiye kirin."
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu, Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş û Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya welatiyên ku di êrîşa li dijî TUSAŞê ya li Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê birîndar bûbûn ziyaret kirin.
Alîkarê Serokomar Yilmaz piştî ziyaretê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û got, "Rewşa birîndarên me baş e. Ez terorê şermezar dikim. Ji birayên me yên birîndar ra şifayê dixwazim. Mixabin 5 şehîd û 22 birîndarên me hene. Rewşa piraniya birîndarên me baş e. Me bi Wezîrê Malbatê û Wezîrê Karên Navxweyî re ziyaret kir. Ji kesên ku di vê bûyerê de şehîd bûne rehma Xwedê dixwazim. Ji xizmên wan re sebrê dixwazim.
Rewşa birîndarekî giran e
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu diyar kir ku rewşa birîndarekî giran e.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.
"Em rêxistina terorê û piştgirên wê yên ku ev êrîşa hovane li me kirin lanet dikin. Wê tu carî negihêjin armancên xwe. Ji bo 5 şehîdên me rehma Xwedê dixwazim. Ji birîndarên me ra şifayê xêrê dixwazim. Ez spasiya cendirmeyên me dikim. Yekîneyên emniyetê yên ku operasyon li dar xistine, 7 jê ji 22 birîndaran rewşa wan başe, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê û 8 hevalên wî li cihên ku çalakî li dar xistine, bi baldarî dixebitin. Hemû sazî û rêxistinên dewleta me ji bo eşkerekirina vê bûyerê li ber xwe didin. Ji bo tespîtkirina terorîstên jin û mêr xebatên me didomin. Dema ku temam bibe em ê ragihînin. Çawa ku di daxuyaniya me ya berê da, ji kêliya ewil da hevdîtinên yekîneyên me yên ewlehiyê û yekîneyên îstîxbaratê û daneyên ku ji wan bi dest xistine, dema ku li hemberî van kiryarên berê tên berhevkirin, em di wê baweriyê de ne ku PKK rêxistineke terorîst e, lê wek min got, piştî ku tesbît bi dawî bû, wê ji miletê me yê ezîz re were diyarkirin. Em ê têkoşîna li dijî terorê bi biryar û îrade bidomînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin