49 mîlyon Fransî deng didin: Tirsa deshilata rastgirên tund heye!
PeyamaKurd - Li Fransayê 49 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina parlementoyê diçin ser sindoqan ku rastgirên radîkal pir nêzî desthilatê bûne.
Dengdan di saet 08:00’an de destpê kir. Serokomar Emmanûel Macron piştî têkçûna xwe ya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û hilweşandina parlamena neteweyî, welat bi xetereya rastgirên tund re rûbirû hişt.
Ji bo gera ewil a hilbijartinê, bang li nêzî 49 mîlyon hilbijêrî hat kirin ku biçin ser sindoqan. Wê gera duyemîn di 7ê Tîrmehê de pêk were.
Di van hilbijartinan de wê 577 parlamenter bên hilbijartin ku zemîna siyasî ye Fransayê rûbirûyî hejîneke cidî ye.
Li gorî rapirsiyan tê çaverêkirin rêjeya beşdariya hilbijartinê li gorî sala 2022yan zêdetir be.
Rapirsiyên dawî yên ku beriya bidawîbûna kampanyayê roja Înê hatin weşandin, di navbera ji sedî 35 û ji sedî 36,5 ê dengan didin aliyê rastgirên tund. Li gorî rapirsiyan tifaqa çepgir a eniya nû ya gel ji sedî 27,5-29 deng werdigre. Li aliyê din hevpeymana Macron jî ji sedî 20,5-21ê dengan distîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin