Bûyerên li Sûriyeyê li Îsraîlê çawa deng vedidin?
PeyamaKurd – Îsraîl ku ji cotmeha sala 2023yan ve li herêmên curbicur ên Rojhilata Navîn û Xezeyê tevlî şer û pevçûnan bûye, ji heftiya borî ve pêşveçûnên serhildêran li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Beşar Esed de ji nêzîk ve dişopîne.
Piştî ku serhildarên bi pêşengîya Tehrîr el-Şam operasyonek li herêmên di bin kontrola Esed de dan dest pê kirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja îma borî banga civîneke awarte ya kabîneya ewlekariyê kir.
“Binesaziya Îranê zirar dît”
Li gorî nûçeya rojnameya Times of Israîlê ku li ser Kanala 12ê ya televizyonê ye, di civîna roja înê de, berpirsên îstixbarata Îsraîlê ev nirxandin kirin ku “binesazîya Îranê li Sûriyê zirar dîtiye û piraniya vê jêrxaneyê ketiye destê serhildêran.”
Li gorî nûçeyê, rayedarên îstixbaratê yên ku agahî dane Netanyahû, hêvî kirine ku ji ber geşedanên li Sûriyeyê bala komên çekdar ên Hizbullah a Lubnanê biçe ser Sûriyeyê û “ji bo parastina rejîma Esad hêzên xwe veguhezîne Sûriyeyê.” Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku rayedarên îstixbaratê li bendê ne ku agirbesta ku Îsraîlê di 27ê mijdarê de bi Lubnanê re pêk anîbû, li gorî geşedanên li Sûriyeyê dewam bike.
Li gorî nûçeyê, di civîna roja înê de, berpirsên îstixbaratê ragihandine ku artêşa Îsraîlê hewl daye ku rê li ber şandina çekan bo Hizbullahê û gefên hêzên milîs ên alîgirên Îranê bigire û ev geşedan wiha nirxande: “Azadiya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li nav axa Sûriyê berfirehtir kir”
Li gorî kanala 12ê, karbidestên îstixbarata îsraîlî ragihandin ku geşedanên di civîna hefteya borî de ji niha ve erênî xuya dikin û hişyarî dan ku “hilweşîna rejîma Esed îhtîmal e ku kaoseke çêke ku tê de metirsiyên leşkerî li dijî Îsraîlê pêş bikevin.”
Netanyahû: “Em bi biryar in ku berjewendiyên jiyanî yên Îsraîlê û destkeftiyên şer biparêzin”
Li gorî nûçeya rojnameya Jerusalem Postê, rojekê piştî ku serhildêran roja şemiyê ragihandin ku wan bajarê Helebê yê duyemîn mezintirîn bajarê Sûriyê bi dest xistine, Netanyahû got ku ew geşedanên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.
Netanyahû roja yekşemê di serdana xwe ya li qereqoleke leşkerî ya li Tel Haşhomerê, ligel Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Îsraîl Katz got: “Em bi biryar in ku berjewendiyên girîng ên Îsraîlê û destkeftiyên şer biparêzin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di konferansa ku heman rojê de ji aliyê rojnameya Israel Hayomê ve hat organîzekirin axivî û diyar kir ku ew geşedanan ji nêz ve dişopînin.
Saar got, “Îsraîl rasterast ne alîyekî operasyonên leşkerî ye, lê geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne.”
Xemgîniya hêzên milîs ên ku Îran piştgirîya wan dike
Ji aliyê din ve di nûçeyên curbicur ên vê hefteyê de yên ku di saziyên çapemeniyê yên wekî Haaretz, Jerusalem Post û Times of Israelê de hatine weşandin, tê ragihandin ku rayedarên îsraîlî ji îhtîmala ku çekên hesas ên wekî fuze û çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê bikevin nava destên serhildêran an jî hêzên milîsên bi piştgirîya Îranê li Sûriyeyê, nîgeran in.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê, Daniel Hagari roja suşemê ji Sky Newsa erebî re axivî û diyar kir ku artêş geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û Tehran bi şandina leşkeran a Sûriyeyê tawanbar kir.
Hegarî got ku “Sûriye ya û tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin eleqedarê Sûriyê ne û ne yê Îsraîlê ne û ji aliyê din ve jî got ku artêşa Îsraîlê dê bixebite da ku Îran bi rêya wan çekan neşîne ji Lubnan û Hizbullahê re.”
Hegarî wiha got: “Divê em piştrast bin ku em ne di bin tehdîdê de ne. Em welatekî serwer in û em ê tekez bikin ku çekên Îranê bi qaçaxî ji Hizbullahê re neyên şandin. Eger hewl bidin vê yekê bikin, em ê li gorî wê tevbigerin.”
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî roja sêşemê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya erebî ya El-Erebî El Jadîd ku navenda wê li Qeterê ye, ragihand ku eger Şam daxwaz bike, Tehran dê şandina hêzên xwe yên leşkerî yên bo Sûriyeyê binirxîne.
Pêşketinên li Sûriyeyê bandoreke çawa li Îsraîlê dikih?
Roja çarşemê, Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Netewî (INSS) ku yek ji navendên ramanê yên serekî yên Îsraîlê ye, gotarek belav kir ku geşedanên li Sûriyê dinirxîne, ku ji aliyê Carmit Valensi, Raz Zimmt, Gallia Lindenstrauss û Arkady Mil-Man ve hatiye nivîsandin.
Di gotarê de pisporan diyar kiriye ku Îsraîl di geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê de rasterast xwedî rol nebû û ji aliyê din ve jî hate diyarkirin ku dema êrîşa serhildêran ne tesadif e û bi geşedanên piştî Îsraîl-Hemasê re têkildar e yê ku 7 cotmeha 2023yan dest pê kir.
Pisporan diyar kiriye ku Tehrîr el-Şam bi mehan amadekariya êrîşê dikir û diyar kirin ku êrîş di serdema herî qels a “Eksena berxwedanê" ya ku Îran piştgiriya wê dike li Sûriyeyê pêk hat.
Pisporan destnîşan kirin ku Hizbullah û milîsên din ên şîe di dema şerê li dijî Îsraîlê de hêza xwe winda kirin. Pisporan nirxandin kirin ku beşek ji hêzên eksena berxwedanê li Heleb û deverên din ên Sûriyeyê ji bo şerê li dijî Îsraîlê derbasî Lubnanê hatin kirin û serhildêran ev rewş wekî dema herî guncaw dîtin. êrîşek.
Pisporên INSSê diyar kirin ku ji aliyê Îsraîlê ve geşedanên li Sûriyeyê hêmanên erênî û neyînî hene.
“Ji aliyê erênî ve, rejîma Esed bi tundî hatiye xistin û rûxandina wê dê bibe derbeyeke giran bo Îran û alîgirên wê û Rûsyayê. Îran neçar e hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, bi vî awayî rê nade Hizbullah ku çekan ji Îran û Sûriyê bi qaçaxî derbasî Lubnanê bike da ku hêza xwe ji nû ve ava bike. Rejîmeke dijî Îranê li Şamê jî dê bibe metirsiyeke rasterast ji bo milîsên alîgirê Îranê li Iraqê û ya herî girîng, Tehranê neçar dike ku giraniyê bide ser ewlekariya xwe ya bilez, pêwîste li ser hesabê êrîşa li ser Îsraîlê.”
Ji aliyê din ve pisporan nivîsandibûn ku her ku di encama geşedanên li Sûriyê de gefên li ser Esed zêde dibin, îhtîmala ku Tehran ji bo piştgiriya Esed zêdetir leşkerên xwe bişîne herêmê dê zêdetir bibe.
Pisporên INSSê dibêjin, “Rûxîna rejîma Esed dikare bibe sedema demeke dirêj a kaos û bêîstiqrariyê li herêmê. A bêtir metirsîdartir ev e ku îhtîmala ku komên cîhadî, yên hindiktir jî nermtir, herêmên berfireh ên Sûriyeyê û stokên mezin ên çekan, di nav de çekên kîmyewî, bixin bin kontrola xwe, bi vî rengî xetereke cidî çêbibe ji bo berjewendiyên Îsraîlê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin