Hejmara hilbijêrên di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê deng didin hate eskere kirin

08 September 2024 15:37 0 dîtin
Hejmara hilbijêrên di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê deng didin hate eskere kirin

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê hilbijêrên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê biryar e bên lidarxistin de daxuyanî da.

Komîsyonê ragihand, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêmê, mafê dengdanê yê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan heye ku ji wan 48 hezar û 952 kes cara yekem dengê xwe bikar tînin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Hilbijartinan, mafê dengdanê yê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan heye biçin ser sindoqan û herwiha ji vê hejmarê 2 milyon û 685 hezar û 466 kesan karta biyometrîk ya dengdanê wergirtine kua wergirtina kartên dengdanê berdewam dike.

Di hilbijartina xula şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, wê 48 hezar û 952 kes cara yekem dengê xwe bikar bînin ku ji wan 43 hezar û 214 dengdêr yên di sala 2006an de ji dayîk bûne û 5 hezar û 738 dengdêr jî ew kesên ku di sala 2005an de ji dayîk bûyen û karta wan a biyometrîk ya dengdanê nebû.

Biryar e 20ê Cotmeha 2024an hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin ku amadekarî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve têne kirin.