Yekîtiya Ewropa: Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serkeftî bû

07 November 2024 18:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa: Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serkeftî bû

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê Radu Botum kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewropayê re û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kir û bal kişand ser ku li gor nirxandina wan proseya hilbijartinan û dengdanê serkeftî bû û bi rêkûpêk derbas bû û got, ew ji proseyê razî bûn û ji bo vê yekê destxweşiyê li hemû aliyên pêwendîdar kirin.

Di civînê de, her du aliyan daxwaziya berfiretirkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê û Iraq û Herêma Kurdistanê de anîn ziman, bi taybetî di warên ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst in û ji bo bihêzkirina saziyên Herêma Kurdistanê dikarin bibin alîkar.

Di beşeke din a civînê de, behsa metirsî û rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û hin pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş, hate kirin.