Heta 15 rojan hemû navên namzedên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pistrast dibin
PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, îro 29ê Tîrmehê navên hemû namzedên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê aliyê pêwendîdar e dişîne û 15 roj dema lêkolînê dest pê dike.
Komîsyona Hilbijartinê diyar kiriye, nav dê ji Wezareta Navxwe û Desteya Destpakî ya Iraq û Herêma Kurdistanê re bên şandin.
Li gor rênîşaneyên Komîsyona Hilbijartinê, divê di heyama 15 rojan de proseya lêkolîna li ser navan bê bidawî kirin.
Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi giştî 1.198 (hezar, 198) kesan ji partî û hevpeymanên cuda xwe wek namzed nîşan daye. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 20ê Cotmeha 2024an têne lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin