Li Rihayê heta 30 rojan bo hemû çalakiyan qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha, heta 30 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji 27ê Çileya 2021 heta 25ê Sibatê, li sînorê parêzgeha Riha, bajarok û navçeyên wê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha, heta 30 rojan qedexe ne.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, bo parastina prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiya yên din, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha hatiye dayîn.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, tenê ew çalakî dikarin wexta qeymeqamên sînorê parêzgeha Rihayê destûrê bidin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin