Li Rihayê qedexeya hemû cûre çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema parastina tendirûstiya giştî, qedexeya hemû cûre çalakiyan heta 15 rojên din dirêj kir.
Daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, li ser rasperdeya Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê hatiye, ji ber zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê dikevin.
Li gor biryarê, qedexe sibê Yekşemê 28ê Adarê destpê dike û heta 11ê Nîsana 2021ê berdewam dike.
Parêzgariya Rihayê da zanîn, ji roja Yekşemê 28ê Adarê heta 11ê Nîsana îsal, heta 15 rojan hemû cûreyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin