Wan | Qedexeya hemû cure çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin

03 February 2021 13:30 0 dîtin
Wan | Qedexeya hemû cure çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin

PeyamaKurd –  Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, heta 15 rojan, qedeeya hemû cure xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, ji îro Çarşemê 3ê Sibata 2021 ve heta 17ê Sibata îsal, heta 15 rojan hemû cureyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin, ku bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.

Herwiha li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji parêzgar û qeymeqam destûrê didin.