Li Mêrdînê heta 1ê Tebaxê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

18 July 2022 18:06 0 dîtin
Li Mêrdînê heta 1ê Tebaxê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin.

Li gorî biryara parêzgariyê, bi hinceta ku wê çalakiyên cemawerî bibin sedema têkdana ewlehiyê li nav bajêr û cihên giştî, biryara qedexeyê hatiye wergirtin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê destûr bo çalakiyên beriya du rojan parêzgarî û qeymeqamtiyên navçeyan pê hatine agahdarkirin û guncaw hatine dîtin, bê dayîn.

Parêzgariyê da zanîn ku wê qedexe ji îro 18ê Tîrmehê ve dest pê bike û heta 1ê Tebaxê demjimêr 24:00 dewam bike.