Li Mêrdînê biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn
PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê biryara qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Li gor parêzgehê; bi sedema li herêmê operasyon dewam dikin, greva birçîbûnê di zîndanan de dewam dike, biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn. Lê di 12 ê êlûnê de greva birçîbûne di zîndanan de qediyabû.
Biryar ji 03.11.2021 ê si’et ji 00.01 ê destpêdike û heya 17.11.2021 ê siet 24.00 an dewam dike.
Di nav van 15 rojên destnîşankirî de, ragihandina çapemeniyê, grev, vegirtina konan, vekirina stendan, meşale, tevegera rûniştinê, kampanya îmzeyan û tevgerên weka wan ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin