Li Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn

14 September 2020 22:45 0 dîtin
Li Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn

PeyamaKurd- Li bajarê Dêrsimê bo koronavîrus belav nebe û çalakiyên siyasî çênebin, parêzgeh bo 2 hefteyan qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Di biryarê de tevgerên ku hatine qedexekirin, ne tenê  bo nava bajêr her weha bo seranserê bajêr, navçe û gundan hatiye ragihandin.

Di nava çalakiyên hatine qedexekirin de civîn, meşa xwepêşandanê, civînên meydanên servekirî, tevegera rîniştinê, greva birçîbûnê, vekirina stendan, belavkirina belavokan û broşuran, vekirina poster û afîşan, meşale, konferans û tevgerên weka wan bo 2 hefteyan hatin qedexekirin.

Merasim an çalakiyên fermî bi îzna polîs û cendirmeyan ve hat girêdan lê parastina mesafe, maske û firkbûna mirovan weka şert hatin danîn.

Qedexe, ji 14 ê êlûnê site di 00.01 ê de destpêkir û heya 28 ê êlûnê siet 23.59an dewam dike.