Ji bo êrîsa Enqereyê biryara qedexeya wesanê hat dayîn

23 October 2024 17:45 0 dîtin
Ji bo êrîsa Enqereyê biryara qedexeya wesanê hat dayîn

PeyamaKurd - Ji bo êrîşa paytexta Tirkiye Enqereyê ku îro danê êvarê li navçeya Kahramankazan bi ser Pîşesaziya Hewayî û Asmanî (TUSAŞ) de hat kirin, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

Serokê Giştî yê Saziya Radyo Televizyonê ya Tirkiyê (RTUK) Ebubekir Şahîn ragihand ku li ser êrîşê qedexeya weşanê hatiye ragihandin.

Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn got: “Piştî êrîşa terorî ya li tesîsên Kahramankazanê yên TUSAŞê ji aliyê dadgehê ve biryara qedexekirina weşanê hat dayîn. Di medyaya me de ji bilî daxuyaniyên rayedarên fermî agahî û dîmenên ku nehatine piştrastkirin, bi taybetî jî yên medyaya civakî hene. Pêwîst e, weşanên ku terorîzmê teşwîq dikin demildest rawestin. Piştî raporên pisporên me yên şopandinê, dê cezayên herî giran li kesên ku li gorî qedexeya weşanê tevnagerin, werin sepandin.”

Hêjayî gotinê ye, li gorî daxuyaniyên fermî hejmarek kuştî û birîndar hene û herwiha behsa wê yekê tê kirin ku hin kesên di kargehê de hatine dîlgirtin. Êrîşa Enqereyê piştî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku bang li Abdullah Ocalan kiribû, li parlamentoyê hilweşandina rêxistina xwe PKKê ragihîne pêk hat. Ev êrîşa ku bi awayekî profesyonel ji aliyê çend çekdarên jin û mêr ve hatiye kirin, hîn ti aliyekî berpirsiya wê li xwe negirtiye.