Li Enqereyê êrîsa bombeyî: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li navçeya Kahramankazan a paytexta Tirkiye Enqereyê li dijî Pîşesaziya Hewayî û Asmanî (TUSAŞ) êrîşek hat kirin. Dema êrîşê dengê gule û teqînan hat bihîsin. Tê diyarkirin ku êrîş bi çek û bombeyan hatiye kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku êrîşeke terorî hatiye kirin û kuştî û birîndar hene.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê êrîşê de ragihand, “Li dijî kargehên Pîşesaziya Hewayî û Fezayî ya Tirk (TUSAŞ) a li Kahramankazan a Enqereyê êrîşeke terorî pêk hatiye. Piştî êrîşê mixabin mirî û birîndarên me hene. Ji şehîdan re rehmetê ji birîndaran re silametiyê dixwazim. Wê raya giştî ji geşedanan bê agahdarkirin. Tenê bala xwe bidin ser daxuyaniyên çavkaniyên fermî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin