Li dijî karwana berpirsên hikûmetê êrîsa bombeyî: 5 kustî, 11 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Edenê yê Yemenê, otomobîleke bombebarkirî li dijî karwana berpirsên hikûmetê hat teqandin.
Hat ragihandin ku îro 10ê Cotmehê li Yemenê, li devera Cewla Hicêfê ya bajarê Edenê karwaneke hikûmeta demkî ya Yemenê rastî êrîşeke bombeyî hat.
Li gor agahiyan, li dijî karwana parêzgerê Edenê “Ehmed Hamid Limlis” û wezîrê Samana Masiyan û Çandiniyê “Salim El-Siterî” otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
AFPê, ragihandiye ku her du berpirsên hikûmetê ji teqînê rizgar bûne, lê di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.
Hîn ti aliyekî berpirsiya xwe ya wê êrîşê ranegihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin