Iraq | Li dijî karwana hêzên Amerîkî êrîsa bombeyî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê du bombeyên çandî di karwaneke hêzên Amerîkayê de teqiyan.
Çavkaniyekî ewlehiyê ji medya Iraqê re ragihandiye ku îro 27ê Nîsanê du bombeyên çandî li ser xeta lez a navnetewî ya li başûrê parêzgeha Zîqarê di karwaneke hêzên Amerîkayî de teqiyan.
Hat diyarkirin ku di encama herdu teqînan de ziyan gihîştiye barhilgireke ku alavên leşkerî tê de hebûn, lê ti ziyaneke canî çênebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, gelek caran karwanên hêzên Hevpeymaniya Navndewletî ya dijî DAIŞê li naverast û başûrê Iraqê rastî êrîşên bombeyî tên ku ti aliyek wan êrîşan li xwe nagire.
Lê belê beriya niha milîsên bi ser Îranê ve gefa êrîşan li hêzên Amerîkayê xwaribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin