Li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê ‘xwepêsandan milyonî’ dest pê kir
PeyamaKurd - Li paytext Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê dest pê kir.
Li ser daxwaza Serokê Tevgera Sedir, Muqteda es Sedir îro danê sibê li Bexdayê ‘xwepêşandaneke milyonî’ ji bo derxistina hêzên biyanî bi taybet hêzên Amerîkî ji Iraqê dest pê kir.
Xwepêşander dixwazin fişaran li ser hikûmeta Iraqê zêde bikin, da ku tevdîrên bileztir ji bo derkirina hêzên Amerîkayê ji Iraqê bigire.
Xwepêşandanên Iraqê, ku nêzîkî 100 roj in didomin, destpêkê tenê li dijî hikûmeta Iraqê bûn lê piştî kuştina Qasim SulEymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji aliyê artêşa Amerîka ve, li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê jî tên kirin.
Li gorî amar û agahiyên nefermî, nêzîkî hezar kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin