Ji berpirsên Iraqê berteka tund li dijî êrîsa ser Hewlêrê...
PeyamaKurd – Serokwezîr, serokomar û serokê parlamentoya Iraqê li dijî êrîşa ser Hewlêrê bertekên tund nîşan dan û êrîş şermezar kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji ber êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Serokwezîrê Iraqê di wê pêwendiya telefonî de, êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê anî ziman.
Kazimî got, êrîş li dijî Hewlêrê û xelkê wê hatiye kirin û binpêkirina ewlehiya gelê me ye.
Herwiha Kazimî diyar kir ku wî di pêwendiye ligel Mesrûr Barzanî de diyar kiriye ku ew dê li ser êrîşê lêkolînê bikin û bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.
Irak hükumetine bağlı Güvenlik Medya Hücresi de, güvenlik güçlerinin Erbil’i hedef alan saldırı ile ilgili soruşturma başlattığını duyurdu.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrîşê de got ku bi wê êrîşê xebatên avakirina hikûmeta nû hatiye hedef girtin û diyar kir, pêwîste li hember hewlên derxistina aloziyê li Iraqê yekdengî rawestin û bi pêkanîna deshilatdariya dewletê têkoşînê li dijî terorîstên derveyî yasayan bidin.
Herwiha Serokê Parlamentoya Irapê Mihemed Helbûsî jî êrîş şermezar kir û got, "Êrîşa ku Hewlêr kiriye armanc êrîşeke dijî serweriya Iraqê û ewlekariya hemû gelê wê ye. Ji bo em li hember vê bûyera şermezar dikin rawestin, divê em helwesteke yekrêziya netewî pêk bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin