Serok Barzanî berteka tund nîsanî kiryarên dijî herêmên Kurdistanî da

30 May 2019 17:39 0 dîtin
Serok Barzanî berteka tund nîsanî kiryarên dijî herêmên Kurdistanî da

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro derbarê zulm û neheqîyen beramber hemwelatiyên kurd li navçeyên Kurdistanî yên dervevî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî dijî wan kiryaran derket û got, ‘Ew kiryarên li herêmên Kurdistanî yên dervêyî îdareya Herêma Kurdistanê binpêkirinên yasa û destûrê û nirxên mirovahiyê ne.’

Îro pêncşemê 30.05. 2019an Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir. Di wê peyama xwe da Serok Barzanî dibêje sûtandina dexil û danên li navçeyên madeya 140 û kuştin, azardan û birîndarkirina hemwelatiyên kurd demeke bûye diyardeyek û her roj tê encam dan. Herwiha ew kiryar tawanên mezin û zulmeka aşkere ye beramber hemwelatiyên kurd.

Herwiha Serok Barzanî destnîşan kir, “Ew kiryarên li herêmên Kurdistanî yên dervêyî îdareya Herêma Kurdistanê binpêkirinên yasa û destûrê û nirxên mirovahiyê ne û metirsî li ser jiyana xelkê herêmê çêdikin.  Herwiha ew ji ber nasnameya neteweyî ya xelkê herêmê tê kirin.”

Serok Barzanî ragihand, sepandina wê biryarê bi ser cotyaran û xelkê sivîl ê herêm da bi ti awayî nayê qebûl kirin û pêwîste komelgeha nawdewletî û aliyen peywendîdar li ser wê rewşa aloz bibin xwedî helwêst û hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe hilbigre û dawî bi binpêkirinên yasayî yên li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê beramber hemwelatiyên kurd dihêne kirin bi dawî bike.