Serokwezîr Barzanî, bertek nîsanî biryara Dageha Federal da

04 September 2023 01:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, bertek nîsanî biryara Dageha Federal da

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ji bo baregeha PDKê de bertek nişan da û ev biryar wekî “biryareke pûç” pênase kir.

Serokwezîr Barzanî, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bertek nîşanî biryara Dadgeha Federal a ku veguheztina baregeha PDKê ya li Kerkûkê ya ji bo partiyê betal kiribû.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Biryara îro ya Dadgeha Federal a Iraqê, pûç e.”

Îro Dadgeha Federal a Iraqê, biryara valakirina baregeha leşkerî ya li Kerkûkê û radestkirina wê ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rawestand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya dadgehê, doza Parlamenterê Ereb ê Kerkûkê Vasfî Asî yê li Dadgeha Federalî ya ji bo nedayîna baregeha leşkerî ya ji bo PDKê hatibû vekirin, hat nîqaşkirin û hat çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Biryara Serokwezîrtiyê ya valakirina navenda Hêza Operasyonên Hevbeş a li Kerkûkê hat rawestandin. Ev biryara dadgehê biryara dawîn e û ji bo hemû rayedaran ferz e."