Serok Barzanî li dijî destdirêjîya Statuya Herêma Kurdistanê peyameke tund belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser hewldanên dijî statuya Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên gelê Kurd peyameke tund belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got; “Bûyerên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê aliyên şovenîst û bazarxwaz û hemû tiştên din eşkere kir ku ne rêz li soz û îmzeyên xwe digirin, ne jî rêzê li prensîpên destûrê digirin.”
Serok Barzanî destnîşam kir, "Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê milkê gelê Kurdistanê ye û berhema xwîn û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Li hember her cure hewl û destdirêjî û hewleke têkbirina Herêma Kurdistanê diwestin. Herêma Kurdistanê ji bo me ne tenê xeta sor e, belkî xeta mirinê ye, yan Kurdistan yan jî neman e."
Tevahiya peyama Serok Barzanî:
"Cihê mixabiniyê ye ku di van çend rojên borî de li parlamentoya Iraqê hewleke ne berpirsiyar û nedestûrî ji bo kûrkirina pirsgirêkan û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurd hat kirin. Her kes dizane ku diyalog û rêkeftina avaker di navbera aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de ji bo nehîştina pirsgirêkan hebû. Her wiha Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştibûn derencam û rêkeftineke gelek baş û erênî ji bo kêşeyan çareser bikin û xizmeta her aliyekî û aramiya welat û jiyan û bexteweriya xelkê bikin. Lê mixabin hinek aliyên siyasî bi nefeseke înkar û neberpirsyarene bi rêya destkarîkirina bendên projeyasaya bûdceyê, xwestin ti wateyekê ji hebûna Herêma Kurdistanê re nemîne. Lê belê ev hewldana neberpirsyarene têk çûn û hatin pûçkirin.
Bûyerên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê aliyên şovenîst û bazarker û hemû kesên ku rêzê li soz û îmzeyên xwe nagirin û rêz li prensîpên destûrê jî nagirin, eşkere kir.
Niha ku projeyasaya bûdceyê li Parlamentoya Iraqê hatiye pesendkirin, hêvîdar im tiştê ku tê de heye bi niyazeke pak were cîbicîkirin.
Lê em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê milkê gelê Kurdistanê ye û berhema xwîn û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Li hember her cure hewl û destdirêjî û hewleke têkbirina Herêma Kurdistanê diwestin. Herêma Kurdistanê ji bo me ne tenê xeta sor e, belkî xeta mirinê ye, yan Kurdistan yan jî neman e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin