Serok Barzanî: Tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine kirin nayên jibîrkirin

16 April 2023 15:08 0 dîtin
Serok Barzanî: Tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine kirin nayên jibîrkirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya salvegera 36emîn a kîmyabarana li ser Balîsan, Şêx Wasenan û Geliyê Xoşnawetî peyamek belav kir.

Di peyama ku îro 16ê Nîsanê Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de, tawana nejibîr a rejîma berê ya Iraqê hat bibîrxistin.

Serok Barzanî got: “Tawana kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasenan, Geliyê Xoşnawetî û hemû wan tawanên ku di derheqê gelê Kurdistanê de hatine kirin, birînên kûr in li ser bedena gelê me û ti carî nayên jibîrkirin."