Serok Barzanî: Newroz, ji bo gelê Kurdistanê bihar, nûbûn, ronahî û azadî ye

20 March 2025 12:38 0 dîtin
Serok Barzanî: Newroz, ji bo gelê Kurdistanê bihar, nûbûn, ronahî û azadî ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro bi minasebeta cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir. 

Di peyama xwe de, Serok Barzanî Newroz wek “bihar û nûbûn û ronahî û azadî” ji bo gelê Kurdistanê binav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû gelê Kurdistanê kir.

Herwiha wî pîrozbahî li hemû Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê û li diyasporaya Kurdî ya li derveyî welat kir.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî behsa pîrozbahiyeke mezin ya Newrozê li bajarê Koln ya Almanyayê kir û spasiya wan kesan kir ku tev li wê vê pîrozbahiyê bûne û diyar kir, 

“Ew, evîn û soza xwe ji bo welatê xwe dûpat dikin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser girîngiya çanda pêkvejiyanê û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê kir. 

Wî piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan da û hêvî xwest ku êş û janên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi dawî bibin û bi rêyên aştiyane çareser bibin.

Serok Barzanî dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku Newroza îsal bibe destpêkek ji bo bextewerî û xweşiya hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê.