Li Samê êrîsa bombeyî: Hejmara kustî û birîndaran zêde bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li Şama paytextê Sûriyeyê di encama teqîna bombeya li ser motorsîkletekê hatibû bicihkirin de, 6 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya SANA ya ajansa nûçeyan a fermî ya rêveberiya Şamê ku ser bi Wezareta Karên Hundir ve ye, do danê êvarê li herêma Seyîd Zeyneb a Şamê bombeya ku li ser motorsîkletekê hatibû bicihkirin teqiya.
Hat diyarkirin, di teqînê de 6 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat eşkerekirin, ekîbên polês û îtfaiyeyê û wesayîtên ambulansê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Heta niha ti kesî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Komên çekdar ên biyanî yên ku Îran piştgiriya wan dike li herêma Seyîd Zeyneb a paytext Şamê kom bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin