Li Aden a Yemenê êrîsa bombeyî: 10 kustî û 20 birîndar hene

30 October 2021 23:32 0 dîtin
Li Aden a Yemenê êrîsa bombeyî: 10 kustî û 20 birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Yemenê li balafirgeha Adenê li ber derê wê, êrîşeka bombeyî pêk hat û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn. Berpirsê çapemeniyê yê balafirgehê Adil Hamran ragihand ku di destpêka deriyê balafirgehê, li kontrola serî de erebeyekî tije teqemenî hatiye teqandin.

Li noqta êrîşê alavên agir bilind bûne û di nava kuştiyan de wezîfedarên asayîşê jî hene. Erebeyên li ser û dora ciyê teqînê û hinek xanî jî ji ber teqînê zerarê dîtine.

Heya niha kes êrîşe negirtiye aliyê xwe.