Dema destpêkirina qedexeya wesanên propaganda û reklamê hat ragihandin

29 March 2024 18:42 0 dîtin
Dema destpêkirina qedexeya wesanên propaganda û reklamê hat ragihandin

PeyamaKurd -  Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (RTUK) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve diçin, dema destpêkirina qedexeya weşanên propaganda û reklaman ragihand.

Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn li ser hesabê xwe yê medya civakî got:

“Dostên me yên hêja yên weşanger di çarçoveya biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan de îro demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî qedexe ne.

Herwiha saziyên medyayî yên xizmetê didin dikarin heta sibe demjimêr 18:00an çalakiyên propagandayê yên devkî, nivîskî û bi dîmen ên berbijêr û partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan dibin,  biweşînin.”