Wêneyên Jîna û Narînê bûn sedema tawanbariya "propagandaya rêxistina terorê"
PeyamaKurd - Li navçeya Silopya ya parêzgeha Şernex a bakurê Kurdistanê, ji ber posterên Jîna Amînî û Narîn Guranê daleqandin, di derbarê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi tawanbariya "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn hat destpêkirin.
Wêneyên Keça Kurd a rojhelatê Kurdistanê Jîna Amînî ku di 16ê Îlona 2022an de li paytexta Îran Tehranê ji aliyê polêsên rewiştê ve hatibû qetilkirin û Narîn Gûrana 8 salî ku di 19ê Tebaxê de li Amedê, piştî windabûna wê hate qetilkirin, weke hinceta ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatin dîtin.
Endamên TJA yên li navçeya Silopiyayê di 16’ê Îlonê, roja qetilkirina Jîna Emînî de wêneyên Amînî û Narîn Guranê li ser rêyan daleqandin.
Piştî vê yekê, polêsên Silopyayê di derbarê jinan de bi angaşta "propagandaya rêxistina terorê kirine" lêpirsîn dan destpêkirin.
Endama TJAyê Ozlem Fîndik û Hevserokên Navçeya Silopya yên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Elîf Oruç û Adnan Kaplan, bi fermana dozgeriya Silopyayê, ji bo lêpirsînê hatin bangkirin ku li navenda polîsan îfade bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin