Tiba Edlî sedema mirina Narînê eskere kir: Hatiye xeniqandin
PeyamaKurd - Saziya Tiba Edlî, encama nimûneyên otopsîya keça 8 salî Narîn Guran a ku piştî windabûna wê di 21ê Tebaxê de, 8ê Îlonê termê wê li gundê Çûlî yê Diyarbekirê di nav çiwalekî de û di nav çem de hatibû dîtin, eşkere kir.
Li gorî rapora Tiba Edlî Narîn Gurana 8 salî, hatiye xeniqandin û piştre jî hatiye veşartin.
Herwiha di raporê de hatiye gotin, şopên ava devê Narînê di destê mamê wê Salim Gûran ve herikiye û ji wir bi kursî û dîreksiyonê otomobîlê ketiye.
Heta niha dê û kekê wê jî di nav de 12 kes di encama lêpirsîna kuştina Narînê de, hatine girtin ku ji bilî cîranê mala wan Nevzat Bahtiyar ku dibêjê, termê Narînê Salîm Guran daye wî û wî jî veşartiye, ti kes li xwe mikur nehatiye.
Herwiha hatiye tespîtkirin, ji ber ku cesed xera bûye di derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin bên dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin