Bi sedema wêneyên Saddam ji zankoyê hatin avêtin

26 December 2018 00:50 0 dîtin
Bi sedema wêneyên Saddam ji zankoyê hatin avêtin

PeyamaKurd- 3 xwendevanên zankoyê li bajarê Anbarê bi sedema ku wêneyên Saddam Huseyîn hildigirtin, ji zankoyê hatin avêtin. Rêvebirê zankoyê yê Enbarê Dr. Xalid Betal Necîm ragihand ku wan bi munasebeta 30 emîn damezrandina zankoyê ahengekî çêkirine. Necîm got ku ji beşa zîraî 3 xwendevan di destê wan de posterên Saddam Huseyîn hebûn û hildigirtin û biryar hat dayîn ku wan ji zankoyê bavêjin.

Rektor ragihand ku piştî lêpirsînê ev biryar hatiye dayîn û ji bilî van 3 xwendevanan grûbeka dinê jî bo 1 salekî ji xwendegehê hatine dûrxistin.