Bi sedema endamên rêxistina ciwanên PKKê ne 6 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê bi sedema di rêxistina ciwanên PKKê (DGH) de dixebitin 14 kesan binçav kiribûn û piştî wan derxistin dadgehê 6 kesan ji wan şandin zîndanê.
Operasyona rêxistinê li deh bajaran ji aliyê beşa TEMê de hat kirin. Dema gumanbaran birin dadgehê 6 kesan şandin zîndanê, 2 kes ji wan bi şertê kontrola edlî û 3 kesan serbest berdan. Her sê kesên din ji bo wan derxin derveyê sînorê Tirkiyê, wan teslîmî navenda paşde şandinê kirin ji ber biyanî bûn.
Operasyon li bajarên Ankara, Antalya, Denizli, Entab, Hatay, Îstanbul, Îzmir, Mêrdin, Riha û Wanê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin