Li Nîjeryayê 6 endamên rêxistina IPOBê hatin kustin

25 January 2025 23:55 0 dîtin
Li Nîjeryayê 6 endamên rêxistina IPOBê hatin kustin

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta İmoyê di operasyona hêzên dewletê ya asayîşê de, ji endamên Rêxistina Gelên Cîh (IPOB) 6 kes hatin kuştin. Hat ragihand ku di operasyonê hinek endam birîndar bûne û reviyane.

Berdevkê polîsê eyaleta İmoyê Henry Okoye, di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku li herêma Okigwe ya eyaleta İmoyê, di daristanê de, di navbera polîs û endamên IPOBê şer derketiye, 6 endamên rêxistinê hatine kuştin û hinek ji wan birîndar reviyane.

Li Nîjeryayê ji bilî çeteyên ji rêzê, rêxistinên wekî IPOB, Boko Haram û beşa DEAŞê ya milê rojavayê Afrîka ISWAP hene ku gelek caran êrîşan dikin, xelkê direvînin û ji malbatan pere dixwazin.