47 endamên rêxistina ku li Iraqê endamên xwe "qurban" kiribûn hatin girtin
PeyamaKurd – Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê daxuyand ku 47 endamên rêxistina ku ji bo Îmam Elî endamên xwe feda kirin ji Xweda re bi kêşanê hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li eyaleta Musenna ya Iraqê 20 endamên rêxistinê ku di nav wan de kesê bi navê "Arif"ê ku wek mizgînê rêxistinê tê naskirin jî heye hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 27 endamên din ên rêxistinê li parêzgehên Zikar, Wasit û Mîsan hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku belavbûna koma navborî di destpêka meha Tîrmehê de hat dîtin û wiha hat gotin: “Erka komê ew e ku di navbera xwe de bi kişandina pişkan xwe bikujin. Di wê baweriyê de ne ku wê xwe bikin qurbana Îmam Elî.”
Tê çaverêkirin ku endamên rêxistinê li gorî bendê 372 yê yasaya cezayê ya Iraqê, ku bi baweriyên devjêber re têkildar e, werin girtin û sê sal cezayê girtîgehê lê were birîn.
Koma Şîe ku di bin navê Tevgera El-Alahhiye de kom bû, yekem car di sala 2020an de li Zikarê derket holê û piştre li parêzgehên Dîwaniye, Besra û Mîsan belav bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin