Li Iraqê, li Çiyayê Hemrînê bi desteka hewayî 7 endamên ISIDê hatin kustin
PeyamaKurd – Yekîneyên Antî-Terorê yên Iraqê bi desteka balafiran li Çiyayê Hemrînê ku Hemrîn bi xwe Kurdistane lê di bin destê rêvebiriya Bexdayê de maye, operasyon kirin ser IŞİDê. Di encamê de 7 endamên IŞİDê hatin kuştin.
Yekîneyên Antî-terorê yên Iraqê di daxwuyaniya xwe de got ku li Çiyayê Hemrînê lêgerînekî berfireh û lêkolînekî baş kirine û paşî operasyon kirine. Daxwuyanî weha dewam dike:
“Yekîneyên me bi desteka hewayî, bi koordîna fermandariya operasyonên hevpar, operasyon kirin ser terorîstên çekdar yên li Çiyayê Hemrînê. Di encamê de 7 terorîst hatin kuştin, 20 ciyên stratejik, 3 şikeft û 5 tunelan me îmha kir. Di operasyonê de xebatkarekî têmên Antî-Terorê jiyana xwe ji dest da.”
Yekîneyên Antî-Terorê her weha li navbera bajarên Diyala û Selahahddînê, di operasyonekî dinê de maddeyên teqemeniyê xistin destê xwe. Operasyon bi hevkariya yekîneyên îstîxbaratê yên cîh hat kirin.
Rayedar ragihandin ku alavên teqemeniyê yên xistine destê xwe, ji bo di êrîşên IŞİDê de bikarbînin, IŞİDiyan amade kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin