Kerkûk | Li Çiyayê Hemrînê 8 çekdarên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku di êrîşên balafirên şer ên Iraqê de, li Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku du roj berê 4 balafirên F-16 çar êrîş li dijî çekdarên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî operasyonê, îro Çarşemê hêzeke hevbeş a hêzên taybet ên artêşa Iraqê û rêveberiya îstixbarata Kerkûkê çûne cihê bûyerê û termên 8 çekdarên DAIŞê dîtine.
Hate diyarkirin ku hêzên Iraqî çek, teqemenî, alavên lojîstîk û pêwendiyê li cihê êrîşê dîtine, ku ew cih baregeheke sereke ya çekdaran bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin