Balafirên ser li Çiyayê Hemrînê baregeha DAISê bombe kir

19 July 2024 18:46 0 dîtin
Balafirên ser li Çiyayê Hemrînê baregeha DAISê bombe kir

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand, “Balafirên me bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînê armanc kir.”

Balafirên şer ên Iraqê, bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînê li ser sînorê cudakirina Fermandariya Operasyonên Kerkûk û Selahedînê hedef girt.

Fermandariyê diyar kir: “Bi hevahengiya Dezgeha Rûbirûbûna Terorê û Şaneya Fermandariya Operasyonên Hevpar, ew êrîş hat kirin.”

Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê roja 23.06.2024ê jî ragihandibû, “Piştî çavdêriyeke hûr ji aliyê şaneya armanckirina girêdayî fermandariyan, îro di operasyoneke asmanî de bi balafira F-16 sitargeheke DAIŞê li bilindahiyên Hemrînê li sînorê parêzgeha Diyalayê hat wêrankirin.”

Herwiha hate ragihandin ku di encama êrîşê de sê çekdarên DAIŞê li nav wê sitargehê hatin kuştin û hejmareke şkeft, embar û sitargehên din ên DAIŞê li wî sinorî hatin pûçkirin.