Li Çiyayê Hemrînê 8 stargehên DAISê hatin bombebaran kirin
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku hêzên asmanî yên Iraqê li Çiyayê Hemrînê yê dikeve başûrê Kerkûkê 8 stargehên DAIŞê bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniyê, piştî zanyarên dezgeh û fermangehên Îstixbarata Iraqê ew operasyon hatiye encamdan.
Hate gotin, “Hêza asmanî ya Iraqê 8 stargehên wan terorîstên li çiyayê Hemrînê bombebaran kir.”
Hate diyarkirin ku hêzên Iraqê berdewam li pey şaneyên razayî yên DAIŞê digerin û wan dikin armanc.
Hêjayî gotinê ye, doh 11ê Kanûnê balafira F16 ya Iraqê mefrezeyeke terorîstan li newala Şayê li Kerkûkê kiribû armanc. Hate zanîn ku ew êrîş bi sedema pûçkirina çek û alavên serbazî yên DAIŞê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin