Li Çiyayên Hemrînê 8 stargehên DAISê hatin bombebaran kirin
PeyamaKurd - Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 stargehên DAIŞê li bilindahiyên Hemrînê hatin bombebaran kirin.
Di daxuyaniyeka artêşa Iraqê de hat diyarkirin, li bilindahiyên Çiyayê Hemrînê yên li sînorê parêzgeha Diyala, hêzên esmanî 8 stargehên DAIŞê bombebaran kirin.
Hat eşkere kirin ku di encama bombebaranê de 8 bingehên veşartî yên DAIŞê bûne armanca êrîşa asmanî. Artêşa Iraqê li ser hejmara kuştî û birîndaran zanyarî belav nekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin