Li Selahedîn û li çiyayên Hemrînê 3 terorîstên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Hêzên îstixbarata Iraqê, li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, terorîstekî DAIŞê kuştin, hevdem li çiyayên Hemrîn jî, hêzên hevpeyman 2 terorîstên din yên DAIŞê kuştin.
Li gor berdevkê polîsê parêzgeha Selahedîn Mihemed Osman diyar kir, şeva borî li navbera parêzgehên Diyale û Selahedîn de, berpirsekî DAIŞê ket kemîna hêzên îstixbarata Iraqê û hat kuştin.
Herwiha efserê polîs da zanîn, hevdem ligel kuştina wî terorîstî, li çiyayên Hemrîn jî, di bordûmana balafirên hêzên hevpeyman de 2 terorîstên din yên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan piledar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin